Walî- Kurtejiyan

Ekrem Canalp
Walî
Wekîlê Şaredarê Batmanê
Di sala 1971an de li Gundê Aşağidüğer a Navçeya Dôrtdîvana Bolu hate dinê. Perwerdehîya seretayî li gundê lê hate dinê dît, ya navînî û lîse li Enqere temam kir. Di sala 1992an de dest bi Têkilîyên Navnetewî ya Beşa Zanyarîyên Sîyasî ya Zanîngeha Enqere kir û di sala 1996an de mezûn bû. Di Têkilîyên Navnetewî ya Beşa Zanyarîyên Sîyasî ya Zanîngeha Enqere de di mijara “Bandora Hiqûqa Yekîtîya Awrupa ya Li Ser Rêveberîyên Xwecihî û li Zanîngeha Keele ya Îngîltere di mijara “Rêveberîya Giştî ya Nû” de Perwerdehîya Bilin temam kir.
Di sala 1996an de li Muğlayê weke Endamê Qeymeqam dest bi erka xwe kir. Kursa Qeymeqamîtîya Serdema 85. di rêza yekem de bi dawî kir. Bi dorê bu qeymeqamê Koyulhîsar û Gôlova ya Sîvas û Gûdûl ya Enqere. Paşî di sala 2008an de li Gerînendetîya Giştî ya Îdareya Mûlkî a Wezareta Karên Hindir de erkên Gerînendetîya Şaxê, Serokê Daîrê, Alîkarê Gerînendetîyê Giştî û Gerînendetîyê Giştî bi cih anîn. Her wiha erka Sekreterîya Giştî a Wezareta Karên Hindir jî bi cih anî. Di navbera salên 2018-2022ande erka Walîtîya Edîrne meşand.
Di 12 Gulan 2022an de bi hejmara 31833an bi weşandina Rojnameya Fermî de bi hejmara 2022/209an ya Biryara Serokkomarîyê weke Walîyê Batmanê hate erkdar kirin.
Walî Ekrem Canalp di asta bilind de zimanê Îngilîzî dizane, zewcîye û bave zorokekî ye.
- Ev naverok 64606 caran hat xwendin