Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredar Ekrem Canalp keyayê taxên navendê danehev û projeyên didomin
û yên pêkwerin de nirxandin.
Walî Canalp yê k udi her fersendê de gund bi gund, navçe bi navçe digere û li daxwaz û gilîya guhdar
dike anî ziman ku ew ji 289 gundi çûne serdana 191 gundî û dê herne serdana gundê mayî jî û
civînên bi keya re jî dê zêde bibin.

Walî û Wekîlê Şaredar Ekrem Canalp, Alîkarê Şaredar Şûkrû Alperen Gôktaş, Muzaffer Ôzkan, Metîn
Gurbûz, gerînendeyên yekeyan û keyayên taxê navenda Batmanê tevlî civîna li Eywana Konferansa
Şaredarîya Batmanê bûn.

Alîkarê Şaredar Şûkrû Alperen Gôktaş di derbarê projeyên çêkirina wan didome û yên werin çêkirin
de pêşkeşîyek ji tevlîvanan re raberkir.

Walî Canalp destnîşankir ku Batman bi xizmeta mala şînê û belavkirina nanê belaş di Tûrkîye de
mînak e û ev tişt gotin : “Keda ji bo Batmanê û tekoşîna ji bo wê erka me teva ye. Bi qasî hêza me em
dê hewl bidin ya herî baş bikin.”

SAZKIRINA XWEŞÎYA GEL DI SERÎ DE YE
Walî Canalp di derbarê avakirina qadê tekstîl, lojîstîk û cihê kar yê nû de ev tişt gotin : “ Avakirina
qadê hilberînê ji bo Batmanê ne bijartin, pêwîstîyek e. Li cihekî ku bêkarîtî ewqas zêde ye armanca
me ya sereke ew e ku em kar saz bikin û di demeke kin de vê pirsgirêkê ji bo Batmanê çareser bikin.
Ti cihê ku em ava bikin Çemê Batmanê na lewitênê. Em rê nadin ku ti kargeh hewayê, avê, axê bi
herimêne.

Kêleka Çemê Batmanê ne erda cotkarîyê ye. Gotinê dê li cihê cotkarîyê OSB dê çêbibe ne raste.
Batman bi dehan salê xwe bi van gotinê derew wenda kirin.

Bi kîjan armancê ki dê li hemberî cihekî ku ji 65 hezar kesî xwedî kar bike û 30 hezar mal dê pê xwe
xwedî bikin derkeve?

Em rê nadin ku hinek li Batmanê bi xizanî û bêkarîtîyê xwe xwedî bikin. Li vir erka me min jî, keya jî,
alîkarê şaredar jî û xebatkaran jî xweşîya gel e. Çiqas hûn alîkarî bidin jî cihekî ku kar lê nebe xizanî dê
lê hebe. Li ser me teva erk e ku em ji bo vê yekê bixebitin. Dema erka min dibe ku têra em hemû
xebatan bibînin neke lê min encama hin OSB bi hatine çêkirin min dîtin. Deynê me teva ji bo zarokên
mezin dibin heye. Ger em vê yekê pêk neyênin ku ev zarok mezin bûn dê tevlî artêşa bêkara bibin lê
ku em biser bikevin bawer bin derfetê ku kar bibînin dê li ber wan sekinî bin.”

  • Ev naverok 2271 caran hat xwendin