Şaredarîya Batmanê, di xebatên ferehkirin, edilandin, dagirtin, PMT û xebatên berîya esfaltê yên rêya li Esentepe de ber bi dawîyê ve hat.

Ji bo rêya ji Bulwara TPAO Zaningeha Batmanê heta bi devê Qesra Dadgehîya Batmanê û Kûlîye dê here desteyên xebatkar bê navber didomin.

Desteya rê ya Gerînendetîya Karê Fenê bi 2 qirêder, loderek, bangorek, 12 qemyon û ekskavatôrek û 2 xebatkaran xebatên rê dimeşînin.

Welatî Bixwazin ji Bulwara TPAO Bixwazin ji Bulwara Denokrasî dê Herin Kûlîye

Şaredarîya Batmanê berîya 2 mehan dest bi xebatên rêya 25 metreyan fereh kir. Şaredarîyê dazanîn ku piranîya xebatên avahîyabingehî bidawî bûne û di rojên pêşîya me de bi xebatên PMT rê ji bo esfaltkirinê dê amade be.

  • Ev naverok 1813 caran hat xwendin