Şaredarîya Batmanê, xebatên esfaltê yên di sala 2022an de ji roja pêşî heta îro pêk anîn ji raya giştî re eşkere kir.

Ji bo bajar berbiçav be, qezayên trafîkê kêm bin û xizmeteke bi qelîte were dayîn xebatên esfaltkirinê tevahîya salê didomin.

Desteyên xebatkar yên Şaredarîya Batmanê, di çarçoveya bernameya xebatan de li cihê pêhewce xebatên esfaltkirinê dimeşîne. Gerînendetîya Karê Fenê di sala 2022an de 95 ton esfalt lêkir.

Rayedarên Gerînendetîya Fenê dazanîn ku esfalta ku lêkirine biqasî 70,68 kîlometreyan e û 24 ton û 336 ton esfalt jî ji bo derên xirabûne hatiye bikaranîn.

  • Ev naverok 1770 caran hat xwendin