Şaredarîya Batmanê, bi xebatkarên pispor perwerdê dide xwendekarên di bin sîwana şaredarîyê de stajê dibînin.

70 stajyerên li 11 dibistanên Lîseya Pîşeyî yên Batmanê di 18 yekeyên Şaredarîya Batmanê de stajê dibînin.

Bi xebata hevkar ya Gerînendetîya Şiyamendîya Mirovî û Perwerdehîyê û Yekeya Ewlehîya Tendiristiya Kar ya Gerînendetîya Karên Tendiristîyê ve ji bo xwendekarên stajê dibînin perwerdeya maf û berpirsîyarîyên wan tê dayîn.

Bi van perwerdeyên têne dayîn xwendekar di derbarê beşên xwe de têne agahdarkirin û piştî dibistanê bê dê di hawireke çawa de bixebitin tê vegotin.

70 xwendekar tevlî perwerdeya li Eywana Konferansê ya Şaredarîya Batmanê hate dayîn bûn û di derbarê pêşîgiritna qezayên li ser karan, nexweşîyên pîşeyan û berpirsiyarî û mafên xwendekaran de agahî hatin parvekirin.

  • Ev naverok 2210 caran hat xwendin