LI CIHÊN CUDA YÊN BAJÊR ÇÊKIRINA PARKA DIDOME
Şaredarîya Batmanê, li cihên weke qadên hêşin di plana bajarsazîyêde hatine diyarkirin xebatên parkan didomîne.
Gerînendetîya Park û Baxçeyan li ser Cadeya Şehît Cemîl Turan ya Taxa Çamlitepe ku berîya hefteyekê xebatên rastkirin û dagirtina erdê pêk anîbûn li ser qadeke 3 hezar û 500 metrekare xebatên parkeke nû dane destpêkirin.
Bi çêkirina parka nû ya di navê de sitûnên ronîkirin, bankên runiştinê, holik û ji bo zarokan qadên lîstokan dê hebin bigihije dîtbarîyeke cuda.
Şaredarîya Batmanê di demeke kurt de nîvê xebatan temamkirin. Şaredarî hewl dide ji bo welatî bêhna xwe lê berdin demên xweş derbas bikin qadên xwezayî ava bike.
- Ev naverok 3966 caran hat xwendin