1955 BATMAN BELEDİYESPOR DI HER QADÊ DE SERKEFTINAN BI DEST DIXE
Qulûba 1955 Batman Beledîyespor ji wolêbol heta hentbol, ji tenisê heta kick boksê di beşên cuda yên werzişê de ciwanan perwerde dike û serkeftinan bi dest dixe. Serkeftinên vê hefteyê yên 1955 Batman Beledîyespor
Tîma Wolêbol ya Jinan Serkeftî Bû
Tîma Jinan ya Wolêbol ku Batmanê di lîga 2. ya Tûrkîye Wolêbol de temsîl dike di seha xwe de bi Elaziğ Beledîye spor re rast hat. Tîma Jinan ya 1955 Batman Beledîyespor 3-0 têk bir û berîya lîg xilas bibe şampîyonîtîya xwe îlankir.
Tîma Jinan ya 1955 Batman Beledîyespor dixwaze li hember Yenî Mardîn Spor û Dîyarbakir Lice Spor jî bi ser bikeve û bimîne Play-Off.
Di Hentbolê de Ber Bi Sûper Lîg ve
Tîma Hentbolê ya Xortan ku di lîga Federasyona Tûrkîye Hentbol de bajarê me temsîl dike di seha xwe de Qulûba Sîvas Gençlîk Spor 40-34 têk bir.
Tîma Hentbolê ya Xortan cihê xwe di dora 2. De diparêze û dê 5 Reşemî 2022an roja Şemîyê saet di 13:00an de dibe mêhvanê Seyhan Beledîyespor.
Tîma Wolêbolê ya Xortan Hukmen Bi Ser Ket
Tîma Wolêbol ya Xortan ya 1955 Beledîyespor ku di lîga 2. Koma 8. de ye ji bo ku Tîma Tatvan Elît dernekete pêşbirkê bi ser ket.
Tîma Hentbolê ya Xortan ya 1955 Beledîyespor, 05 Reşemî 2022 roja Şemîyê saet di 12:00an de dibe mêhvanê Hakkarî Gençlîk Spor.
- Ev naverok 2381 caran hat xwendin