WERZIŞVANÊN BATMANÎ DI QADA NAVNETEWÎ DE TEVLÎ PÊŞBIRKAN BÛN
Ji Qulûba 1955 Batman Beledîyespor 4 werzişvanên Batmanî tevlî Turnuwaya U15 Avrupa ku li Tûrkîye hatî lidarxistin bûn.
Turnuwaya Navnetewî ya Badmînton di çarçoveya bernameya Federasyona Tûrkîye Badmînton bi tevlîbûna Tûrkîye, Azrbaycan, Rusya û Estonya di navbera 01-04 Tebax 2021an de li Enqere hate lidarxistin.
Li ser navê Qulûba 1955 Batman Beledîyespor Muhammed Gôktepe, Şîlan Yûce, Sultan Cetres û Medîne Cetres tevlî pêşbirkan bûn.
Şîlan Yûce, Sultan Cetres û Medîne Cetres ku cara yekeme tevlî van pêşbirkan dibûn bi serketineke mezin ketin nava 16 werizşvanên pêşî.
- Ev naverok 3275 caran hat xwendin