Dahênxcaneya Herî Mezin a Tûrkîye Li Batmanê Vebû
Vekirina Dahênxaneya ji alîyê Weqfa Ciwanan a Tûrkîyê (TÛGVA) ve li Zaningeha Batmanê bi piştgirîya Şaredarîya Batmanê bi tevlîbûneke mezin pêk hat.
Bi hevkarîya Şaredarîya Batmanê, Zaningeha Batmanê û Ajansa Pêşketinê ya Dîcle li Kampûsa Navendî ya Zaningeha Batmanê Laboratuwara Dahênxane hate vekirin.
Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredar Ekrem Canalp, Endamê Lijneya Şêwra Mezin ya Weqfa Ciwanan a Tûrkîye (TÛGVA) Bîlal Erdoğan, Alîkarê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojîyê Dr. Çetîn Alî û desteya bi wan re piştî vekirina dahênxaneyê dahênên xwendekaran lêkolînkirin û bi xwendekaran re mijûl bûn.
Dahênxaneya ku Şaredarîya Batmanê jî piştgirî dide derfetan dê bide ku xwendekar fikr û ramanên xwe di pratîkê de nîşan bidin dahênên nû bibînin.
Endamê Lijneya Şêwra Mezin ya Weqfa Ciwanan a Tûrkîye (TÛGVA) Bîlal Erdoğan di axaftina xwe ya vekirina dahênxaneyê de anî ziman ku ev dahênxane ya herî mezin a Tûrkîye ye. Her wiha Parlemenê AK Partî yê Batmanê Zîver Ôzdemîr, Rektôrê Zaningeha Batmanê PrOF. Dr. Îdrîs Demîr, Rêvebirê Bajêr yêv AK Partî Akîf Gur, Gerînendeyê Ewlehîya Bajêr Kôroğlu Kıraç, Serfermandarê Cendirmeyan Albay Adem Taşkin, Alîkarê Walî Şûkrû Alperen Gôktaş, Serokê Giştî yê TÛGVA Enes Emînoğlu, Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketinê ya Dicle Ahmet Alanli, Şaredarên Navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî û gelek xwendekar tevlî vekirina dahênxaneyê bûn.
- Ev naverok 2699 caran hat xwendin