Li ser giştînnameya Wezareta Karên Hindir Şaredarîya Batmanê kavilên li bajêr dihilweşînê.

Kavilên ku ji kesên madeyên hişbirinê bikartînin, dîtbarîyeke nexweşik didin bajêr û welatî ji ber wan pirsigirêkan dijîn ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve yek bi yek têne hilweşandin.

Ji alîyê Gerînendetîya Venerîna Avahîya ya Şaredarîya Batmanê 116 kavilên ji sala 2020an ve hatine diyarkirin li gor maddeya 39an a Qanuna Avahîsazîyê ya bi hejmara 3194an bi biryara Meclîsa Şaredarîyê hatin hilweşandin. Herî dawî avetîyên kavilê Taxa Huzurê li ser daxwaza şênîyên taxê hatin paqijkirin.

Hate zanîn ku kavilên ji bo aramî û ewlehîyê bi xetere ne bi qordînasyona Walîtîya Batmanê û Şaredarîya Batmanê piştî biryar girtinê dê werin hilweşandin.

  • Ev naverok 1555 caran hat xwendin