Şaredarîya Batmanê, bi destpêkirina faîza deynê avê ji welatîyan re di dayîna deyna de hêsanîyê saz dike.

Rayedarên şaredarîyê bibîrxistin ku heta 30 puşper 2022an kesên deynê xwe bidin ji sedî 90 faîza deynê wan dê were tinekirin, meha tirmehê ji sedî 60 û meha tebaxê ji sedî 30 deyn dê
werin xwarê.

Şaredarîya Batmanê dazanîn ku heta dawîya puşperê dawîya hefteyê jî wezne dê vekirîbin. Ji bo welatî ji vê fersendê sud werbigirin dikarin li ser malpera şaredarîyê, Vakif Bank, Yapi
Kredî, Vakif Katilim, Al Baraka, Tûrkîye Fînans, Kuveyt Tûrk û PTT Bank dikarin deynê xwe bidin.

  • Ev naverok 2661 caran hat xwendin