LÊNIHÊRANDİNA RÊBÛSAN YA HAVÎNÎ
Şaredarîya Batmanê, ji bo germa zêde li welatîyan bandor neke bergirîyên xwe ji bo rêbûsên şaredarîyê ku heta niha 7 mîlyon û 112 hezar û 8 rêwî veguhaztine zêdekirin.
Şaredarîya Batmanê, klîmayên 79 rêbusan di sexberîyê re derbaskir.
Şaredarîya Batmanê ji bo welati dibin bandora germa zêde de nemînin bergirî zêdekirin û ji bo di derbarê veguhaztinêde pirsgirêk dernekevin û li gorî dilê welatîyan be kedeke mezin dide.
Heta Dawîya Gulanê 7 Mîlyon û 112 Hezar û 8 kesan ji Rêbûsan Sud Wergirtin
Ji bo xizmeta welatîyan 22 xetên rêbûsan dixebitin û 79 rêbûs bi awayê dorveger xizmetê didin.
Gerînendetîya Hevbeşî û Xebitandinê ya Şaredarîya Batmanê, dazanîn ku di pêvajoya êşa berbelav de 5 mîlyon û 926 hezar û 542, di sala 2021an de 9 mîlyon û 408 hezar û 71 û di sala 2022an de heta Gulanê 7 mîlyon û 112 hezar û 8 rewî hatine veguhaztin.
- Ev naverok 1830 caran hat xwendin