Şaredarîya Batmanê, bi armanca  xizmetên bi qelîte raberî welatîyan bike, bihêzkirina  parka  wesayîtan didomîne û 10 qemyon, 2 wesayîtên daneheva gelaşî û 1 wesayîta xizmetê kirî.

Alîkarên Şareda Muzaffer Ôzkani Adnan  Yûrûk, Metîn Gûrbûz û gerînendeyên yekeyan û endamên çapemenîyê tevlî merasîma  radestkirinê ya  li Gerînendetîya  Dabînkirin û Sexberîyê ya  Makîne bûn.

Alîkarê Şaredar Muzaffer Ôzkan di derbarê mijarê de ji endamên çapemenîyê re ev agahî dan: “Bi destpêka  havînî re ji şuna  wesayîtên bi rêya  demankirinê di xebatên esfalt, BASKÎ û avahîyabingehî de tên bikaranîn ve me  wesayîtên bi çavkanîyên xwe  kirîne xistin dewrê. Ji bo xebat zûtir pêk werin em vê xizmetê didine welatîyên Batmanî. Ev wesayîtên nû nêzî 22 mîlyonan hatin kirîn. Çi rêbûs çi wesayîtên kar me  hejmara  wesayîtan gelekî zêdekir.  Bi wesayîtên me  kirîn em  di qadeke ferehtir de xizmetê didin. Armanca me  xizmetên li Batmanê bi qelîte werin domandin. Ji Batmanê re bi xêr be.”

  • Ev naverok 1672 caran hat xwendin