Şaredarîya  Batmanê li avahîyên malbatên pêhewce û xizan xebatên sexberîyê didomîne. Bi xebatên piçuk û mezin 95 mal hatin nûkirin.

Di çarçoveya  xebatan de bi armanca mercên jiyanî yên malbatan werin baştirkirin li taxên cuda yên Batmanê sexberîya  95 malan  ji alîyê Gerînendetîya Karên Alîkarîya Civakî ya  Şaredarîyê ve pêk hatin.

Di çarçoveya  projeya  ji adara 2020an didome de desteyên xebatkar li avahîyan xebatên boyax, cam û çarçuve, îzolaayona serê bana, dolab û dezgehên  pêjgehê û xebatên ceyranê dimeşînin. 

  • Ev naverok 1687 caran hat xwendin