Şaredarîya Batmanê li kêleka xebatên hêşinkirinê yên bi armanca hawireke xweş û dîtbarîyeke  xweşik têne  meşandin xebatên li hember kurmûkêzan jî bi awayekî bandor dimeşîne.

Gerînendetîya Park û Baxçeyan hefteyekê her roj saet ji 00.00an heta  08.00an hemû park û qadên hêşin yên li tevahîya bajêr dê derman bike.

Xebatên ji bo dar û hêşînayîya li park, rê, peyarêk û refûjan zirarê nebînin pêk tên li hember kurmûkêzên wek sipeh, pîrevok, mêşên spî û kesk salê sê caran xebatên dermankirinê pêk tên.

Desteyên xebatkar ji bo pelên daran di xebatan de xisarê nebînin kedeke  mezin didin.

  • Ev naverok 1791 caran hat xwendin