Şaredarîya Baatmanê, di projeya ji bo barê xwedîyê şînê  giran nebe  dabû dest pê kirin de hemû lêçûnên şînan dide û kêmasîyê malên şînê  temam dike. 

Lêçûnên şekir, çay, av, ceyran, germkirin û xizmetên paqijî û xwarina 3 rojan  didome ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve tên dayîn. Welatî ji vê xebata Şaredarîyê ku ji Berfanbar 2022an ve dest pê bû ye gelekî kêf xweşin. 

Malên Şînê Tên Nûkirin
Gerînendetîya Goritanan ya Şaredarîya  Batmanê, li hemû malên şînê xebatên lênihêrandin û edilandinê pêk tîne.  40 malên şînê yên li Batmanê ji dîwarêen  navê ve 15 hezar metrekare, ji dîwarên devre re 9 hezar metrekare boyax, 15 qlîmayên mezin, 8 qlîmayên  dîwaran, 360 metre stor perde, 250 metrekare xalîçe, 30 metre petekên xaza xwezayî, 300 sedreyên runiştinê û 600 sehpa  hatin kirîn.

Li malên şînê; xebatên pergala  deng, avrêj, şebake, pompeyên avê, derîyê otomatîk, danîna  feyansan, lêkirina  dîwaran, xebatên ronîkirinê bi gelemperî didomin.

  • Ev naverok 2266 caran hat xwendin