Şaredarîya Batmanê, reqemên vekirina rêyên nû, esfalt, başkirinê yên çarîka pêşî ya sala 2022 an eşkere kirin.

Şaredarîya Batmanê ji bo Batman'a her roj pêşve diçe, mezin dibe, ber bi bajarê mezin ve gavan tavêje bi armanca hêsankirina trafîk û derbasgehên peya rêyên vebijark vedike û çareserîyan bi pêş dixîne.

Şaredarîyê di her sê mehên pêşî yên sala 2022an li taxên cuda 34 rêyên nû xistin xizmetê. 

Gerînendetîya Karên Fenê di çarcoveya van xebatan de di direjahîya 7 hezar û 950 metreyan de 34 rêyên nû vekirin û li  34 rêyên di direjahîya 10 hezar û 610 metreyan de jî xebatên başkirinê pêk anîn.

Şaredarîya Batmanê 20 avahîyên kavil yên kesên madeyên hişbirîyê bikar tînin û bûne cihên tirsa welatîyan piştî biryara dadgehê  hilweşandin. Şaredarîya Batmanê di heman serdemê de xebatên 42 hezar metrekûp stabîlîze rê û 89 hezar û  292 metrekûp hefrîyat pêk anîn.

Ji Bo Plana Avahîsazîya Nû Xebat Didomin

Şaredarîya Batmanê ji bo rêya Taxa Yenîşehîr û Kardelen digihîne hev û di navbera Kuyubaşı Tokî û Emeklî Tokî de cih digire, di ferehayîya 25 metreyan de û direjahîya 3 kîlometreyan de ye lez da xebatan.

  • Ev naverok 2304 caran hat xwendin