Şaredarîya Batmanê, li hember gerokên li bajêr ku bi rêya ol bê maf pereyan ji mirovan dixwazin operasyoneke berfereh pêk anî.

Li ser gilîyên welatî û esnafan ku ji ber meha remezanê û roja înê zêdê bûn desteyên Zabita ketin tevgerê û li qadeke fereh ya li tevahîya bajêr xebatên xwe belav kirin.

Desteyan 8 jê bêyanî bi giştî 14 gerok ji devên mizgeftan dane hev û ew birin avahîya Gerînendetîya Zabita. Gerokên beyanî jî birin Gerînendetîya Rêveberîya Koçberîyê ya Bajêr û li wan piştî tesbîtkirina nasnemayan ceza hate birîn.

  • Ev naverok 1941 caran hat xwendin