22. HEVDÎTINA TAXAN : TAXA BAHÇELÎ EVLER
22. Bernameya Hevdîtinên Taxan ya ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve bir armanca guhdarkirina pirsgirêkan tê lidarxistin li Taxa Bahçelîevler pêk hat.
Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredarîya Batmanê Hulusî Şahîn, Alîkarên Şaredar Alî Osman Bîlgîlî, Muzaffer Ôzkan, Adnan Yûrûk, Gerînendeyê Ewlekarîya Bajêr Kôroğlu Kiraç Gerînendeyên Yekeyan, Rayedarên Sazîyên Fermî, Keyayê Taxê Mustafa Yildiz û gelek şênî tevlî bernameya li Mizgefta Kudret pêk hatî bûn.
Di 21. Bernameya Hevdîtina Taxa de Walî Şahîn li keya Mustafa Yîldîz û şênîyên taxê yek bi yek guhdarîkir.
Keya û şênîyên taxê pirsgirêkên di derbarê başkirina dibistananavahîsazî, pazara taxê, înternet, veguhaztin, qadên nû yên avahîsazîyê, zêdekirina qamereyên mobese, avahîya perwerdehîyê de rasterast ji Walî Şahîn re anîn ziman. Walî Şahîn bi hemû daxwazan re yek bi yel eleqedar bû, di cih de li pirsgirêkan guhdarkir û ji bo pirsigirêk werin çareserkirin telîmat dan ku xebat werin destpêkirin.
Taxa batmanê ya avahîya bingehî lê herî pêşketî ye
Walî Şahîn di hevdîtina taxê de di xitaba xwe ya jib o welatîyan ev tişt anîn ziman: “ Giştîya xebatên me havîna burî li Bahçelîevler pêk anîn ji xebatên li gelek bajaran hatine meşandin bêhtirin. Her wiha ji xebatên Batmanê jî yên salên burî hatin meşandin bêhtirin. Me 6 kîlometre û niv xetên ava vexarine danîn. 11 kîlometre xetên qenalîzasyon, 3 hezar û 600 metre xetên ava baranê danîn. 5 hezar û 300 metre borîyên ava vexarinê ya bi asbest hatin guhertin. 18 ton esfalta germ hate raxistin. Hûn niha xwedîyê avahîya bingehî ya nûdem û pêşketî a Batmanê ne. Başe kum e ev xizmet ji bo we pêk anî. Niha avahîya bingehî temam bû, em dê avahîya jorîn jî temam bikin û taxeke têr ronî radestî we bikin.”
- Ev naverok 1033 caran hat xwendin