Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredarê Batmanê Hulusî Şahîn bi sedema  10 Rêbendan Roja  Rojnamegerên Xebatkar bi endamên çapemenîya xwecihî û netewî re hate cem hev.

Walî Şahîn, alîkarên şaredar Alî Osman  Bîlgîlî, Muzaffer Ôzkan û Adnan Yûrûk, gerînendeyên yekeyan, xebatkarên çapemenîya şaredarîyê, rojnamegerên çapemenîya  xwecihî û netewî tevlî civîna li salona  şaredarîyê a konferansê bûn.

Walî Şahîn di axaftinên xwe yên civînê de ev tişt gotin: “ Ez roja  10 Rêbendan Roja Rojnamegerên Xebatkar li birayên xwe yên rojnameger pîroz dikim. Îşaallah sala  2022an ji me re û ji we re xêrê bîne. Ji bo Batmana me  û welatê me  bi xêr be. Rojnamegerî pîşeyekî giring û pîroz e. Mafê agahdarkirina welatîyan di welatên demokrat de tiştekî gelek giringe. 3 hêzen bingehî yên ku dewletê dikin dewlet hene; qanundanîn, birêvebirin û darezgerî ye. Hêza 4emîn jî çapemenî ye. Rojnamegerî li gor demokrasîyê  bicîhanîna sitandina mafên nûçeyan a welatîyan e.

Lê pêwîste rojnamegerî di çarçoveya  exlaqî de pêk were.di vê mijarê de ji bo di hevsengîyê de bê meşandin tiştekî bi wate ye. Di vê navberê de em heman  rojê parve dikin. Îro roja  Amirên Rêvebirina Mûlkî ye. Bi rastî em karên giring bi hev re dikin. Rasthatina heman  rojê giring e.”

Endamên çapemenîyê ku boneya  “10 Rêbendan Roja  Rojnamegerên Xebatkar” diyarî li wa hatibûn kirin bi jestekê wan jî bi heman  sedemê dîyarî dane Walî Şahîn.

  • Ev naverok 1770 caran hat xwendin