Jı Rojnamegeran Hevpeyvîna Batmanê
Di çarçoveya bernameyên çand û hunerê yên ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve tên lidarxistin de bi mêhvandarîya Rojnameger û Nivîskar Arîf Aslan û Ôzcan Tîkît hevpeyvîna “ Rojnamegerî û Wêneromana Batmanê” pêk hat.
Gerînendeyê Karên Nivîsê yê Rojnameya Çağdaş Arîf Aslan ê ku di qada netewî û navnetewî de 60 dîyarî wergirtine û Gerînendeyê Nûçeyên Derve yê TRT Ôzcan Tîkît bi ciwanan re hatin cem hev.
Hevpeyvîna “ Rojnamegerî û Wêneromana Batmanê” bi armanca 10 Rêbendan Roja Rojnamgerên Xebatkar li Navenda Çand û Hunerê a Ahmet Guneştekîn pêk hat.
Rojnameger û Nivîskar Arîf Aslan û Ôzcan Tîkît bi piştî pêşandan a sînevîzyonê tecrûbe û serpêhatîyên xwe bi guhdarvanan re parvekirin.
Bername piştî pirs-bersivan bi dawî bû. Alîkarê Şaredar Muzaffer Ôzkan ji bo hevpeyvînê spasî û desteyek gul dane Rojnameger- Nivîskar Arîf Aslan û Ôzcan Tîkît.
- Ev naverok 650 caran hat xwendin