Piştî Masîyê Çopvan yê Biband (Shoal) ku dinav 10 cureyên masîyan de ku herî li wan tê gerandin de ye li Batmanê hate dîtin û Lîstikvanê Hollywoodê Leonardo Dîcaprîo jî bal kişand ser mijarê Batman kete rojeva  cihanê.

Leonardo Dîcaprîo yê Emerîkî nûçeya masîyê li Batmanê hatî dîtin ya  rojnameya  Mongabay  a di heft zimanan  de weşanê dike li ser medya  civakî bi 19 mîlyon û 500 şopînerên xwe re parvekir. Parvekirina Dîcaprîo li Batmanê bû mijara  rojê.

Di nav 10 cureyên masîyan de ku li cîhanê li wan herî tê gerandin de bû.

Erkdara Lêkolînan Dr. Mûnevver Oral û Doç. Dr.  Cûneyt Kara ku li beşa  avê ya  Zanîngeha Recep Tayyîp Erdogan û li Sason lêkolînan dikin piştî 47 salan Masîyê Çopvan yê Biband dîtin. Dr. Mûnevver Oral û Doç. Dr.  Cûneyt Kara danzanîn ku wan Masîyê Çopvanê Biband  ji alîyê IUCN ve ketibû lîsteya sor û dihate bawerkirin û eslên wan ji cîhanê qelayedi xebatên lêkolînê yên  li Besta Sarim û Çemê Sason de dîtine. 

  • Ev naverok 497 caran hat xwendin