Batmanî bi lidarxistina konsertên Ceza û Ece Seçkîn ên ji alîyê  Şaredarîya  Batmanê ve hatin  lidarxistin dawîya hefteyê têrî mûzîkê bûn.

Welatî bi konsertên Ceza û Ece Seçkî yên ji alîyê Gerînendetîya Karên Civakî û Çandî ya Şaredarîya Batmanê ve hatin lidarxistin dawîyeke heftey3e ku neyên jibîrkirin jîyîn.

Hunermendên Pop û Rap yê xweş gotin demên dirêj hatin çepik dan. Ciwanên Batmanî jî bi hunermendan re stran gotin û bilê xwe kêfxweş  bûn.

Di her du konsertan de jî tevlîbûn zêde bû û organîzayon û dikê bal kişand.

 

“Bila  Konsert Bi Domin”

 Ciwanên bi kêf dem derbas kirin ev tişt gotin: “ Em dixwazin li Batmanê xebatên bi vî rengî pêk werin. Li pey hev du konsertên xweş pêk hatin. Em gelekî kêfxweş bûn, Şaredarîya Batmanê spas dikin. Bila konsert bidomin.”

  • Ev naverok 2557 caran hat xwendin