Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredar Hulusî Şahîn, bi pisporên mijarê re ji bo rêyên derûdora Navenda  Danûstandinê ku çêkirina wê didome derkete nava xebatan.

Di serdana  lêkolînan  ya  Walî Şahîn de Alîkarên Şaredar Alî Osman  Bîlgîlî û Muzaffer Ôzkan, Gerînendeye Ewlehîyê Kôrôğlu Kıraç, Alîkarê Gerînendeyê Ewlehîyê yê ji Trafîkê berpirsiyar, Gerînendeyê Şaxa Trafîkê, Rêvebirê Karayolları û Lijneya  Rêveberîya Navenda Danûstandinê cih girtin.

Walî Şahîn bi desteya pêre ji bo xebatên ewlehîya welatîya û rêyan danûstandin pêkanîn û bibîrxist ku Navenda Danûstandin li ser rêyeke  ku tevgera wê zêde ye û li cihekî ku dibistan lê zêde ne. Ji ber vê yekê Walî Şahîn xwest ku di xebatan de rêyên tehlîye, domandina  derbasgehên peya yên bêqutbûn li ber çavan werin girtin.  

  • Ev naverok 2171 caran hat xwendin