Şaredarîya Batmanê, xebatên ku ji xwere di nava  sala 2021an de hedef danîne didomîne. Heta  dawîya salê xebatên kevirên parke, karo û bazalt yên ji 150 hezar metrekare pêk tên dê werin meşandin.
Di çarçoveya  ku ji bo giştîya bajêr hatiye amadekirin de peyarêkên ku xerabûne, amurên ku trafîkê neyînî bandor dikin bi xebatan tên nûkirin.
Şaredarîya Batmanê daxwazên welatîyan yên ku di Bernameya Hevdîtinên Taxan bi tevlîbûna Walî û Cigirê Şaredar Hulusî Şahîn de anîne ziman dinirxîne û li Taxa Yeşîltepe, Huzur, Beşevler, Gap, Çamlica, Raman, Pinarbaşi, Bahçelîevler, Gultepe, Hurrîyet û Kulturê xebatan pêktîne.

Tax bi Tax Kuçe bi Kuçe Xebat Didomin

Li kêleka xebata  vekirina rêyên nû li Kuyubaşi TOKÎ (Cegeluwê), li Emeklî Tokî jî xebatê bi rêkûpêkkirina rêyan didomin. Şaredarîya Batmanê li Gultepe xebata  vekirina rê li Taxa Kulturê kuçeya  2629an  jî xebata hilkirina peyarêkan dimeşîne.
Şaredarîya Batmanê herwiha  ji bo peya li Taxa Karşiyaka, Çamlitepe  û Çamlica xebatên parke, li Bûlvara Turgut Ôzal bazalt, li Taxa Belde birêkûpêkkirina peyarêkên bazalt, li Mizgefta Hamîdîler xebat3En nava  baxçe û li Taxa Beşevler jî xebatên raxistina parkeyan didomîne.

  • Ev naverok 611 caran hat xwendin