Gerînendetîya Karên Civakî ya Şaredarîya Batmanê, duçerxe dane 10 zarokên şêhîdan ku li Gerînendetîya Perwerdeya Milî  qeyda wan heye,  3 kesên bidilî li Navenda  Ciwanî ya Petrolkentê xizmetê didin û Şevket Akburakê 65 salî yê duçerxeya wî hatibû dizîn.

Gerînendetîya Karên Civakî li ser telîmata Walîyê me Şahîn, her yekî duçerxeyek da  3 kesên bidilî li Navenda  Ciwanî ya Petrolkentê xizmetê didin û Şevket Akburakê 65 salî yê duçerxeya wî hatibû dizîn. Gerînendetîya Karên Civakî bi dayîna 10 duçerxeyên ji bo zarokên şehîdan bi giştî 14 duçerxe dan.

Alîkarê Şaredarê Batmanê Alî Osman Bîlgîlî, dazanîn ku li gor derfeta di her warî de ew piştgirîyê didine welatîyan û ev tişt gotin: “ Me duçerxe dîyarî dane 5 keç û 5 xort yên zarokên şehîdan, li Taxa Petrolkentê 3 xebatkarên bidilî û welatîyên 65 salî ku duçerxeyê wî hate dizîn. Xweda qeza bela nede. Bi xêr bikarbînin. Alîkarîyên Gerînendetîya Karên Civakî dê bidomin. Di serî de zarokên şehîdên me ew taca serê me ne. Ji bo xwendekar ji dersên xwe paş de nemînin û tablet, compîterên wan tinin me alîkarî da.”

Alîkarê Şareda Bîlgîlî diyarkir ku wan duçerxe daye welatîyên 65 salî Şevket Akburak û di çapemenîya heremî de derketiye û ew dê her tim li gel welatîyan bin.

  • Ev naverok 2358 caran hat xwendin