Gerînendetîya Lênihêrandin û Tumankirina Mekîneyan ya Şaredarîya Batmanê, hejmara xebatên
2020-2022an ji raya giştî re eşkere kirin.

Şaredarîya Batmanê wesayîtên yekeyên şaredarîyê li cihê xwe di lênihêrandin û tumankirinê re
derbas dike.

Gerînendetîya Lênihêrandin û Tumankirina Mekîneyan ya Şaredarîya Batmanê, kirarîyên boyax,
nûkirin, lênihêrandin, parçeyê kêm, guhertina lastîkan pêk têne û ji dem û bûdçeyê teserûf dike.
Li Şaredarîya Batmanê ku heta 2020an 278 wesayît hebûn bi xebat û xebatkarên zîrek ev hejmar
derkete 355an.

Şaredarîya Batmanê balkişand ser mijarê ku ne tenê di warê peydakirina parçeyên kêm di xizmetên
xebatê de jî girêdanbûyîna bi devre re kêm bûye. Heke ne rewşeke gelekî pêwîst be kirariyên
guhertina xurtum, meqes, torna û xebatên din jî dibin sîwana gerînendetîyê de têne çareserkirin.

  • Ev naverok 2948 caran hat xwendin