Şaredarîya Batmanê, maleke şînê ya nû li 46 malên şînê yên navenda bajêr zêde kirin.
Ji îro şûnve lêçûnên xwarin û vexwarin, ceyran, av û xaza xwezayî ya Mala Şînê ya Haci Vahdettîn Terece ya Bulwara Aşik Veysel ya Taxa Gultepe jî dê jî alîyê Şaredarîya Batmanê ve werin dayîn. Mala Şînê ya Vahdettîn Terece ji alîyê mirovê kar Nîhat Terece ve hate çêkirin. Piştî hevpeymana lihevkirina ji 9 xalan pêk te di navbera alîkarê Şaredar Fevzî Bakir û mirovê kar Nîhat Terece de hate îmzekirin 47. Mala Şînê bû Mala Şînê ya Haci Vahdettîn Terece a Şaredarîya Batmanê. Karê lênihêrandin û edilandinê ji alîyê Gerînendetîya Goristanan û hemû hewcetîyên 3 rojan jî ji alîyê Gerînendetîya Karê Alîkarîya Civakî ya Şaredarîya Batmanê ve dê pêk werin.

  • Ev naverok 2287 caran hat xwendin