Dêra Mezrika Topluca

Dêr, li mezrika Topluca ya Gundê Gûrgenlî girêdayî navçeya Sason ya Batmanê ye. Mezrika  Topluca 6.5 km li bakurrojavayê Sason dikeve. Dêr li navenda Topluca ye.

Ji alîyê gundîyan ve bi navê “Dêra Mitenk” tê zanîn û diderbarê dêrê de di berhemên nivîskî tinin. Dêr di alîyê rojhilat- rojava de 9.80 m û başur- bakur de 4.80 m bi awayekî çargoşe hatiye çêkirin. Li rojhilatê dêrê apsîs heye. Ev qad ji beşa naosê jortir hatiye girtin. Li bakur û başurê apsîsê du niş hene. Li jora apsîsê paceya bi qarîşa gurover heye. Di dîwarê naosê yê rojhilat û rojava de du vekirinê paca hene.

Li enîya rojhilat şiklên xaçên kolandî hene. Dêr ji derve ve rast hatiye pêçandin û nava  dêrê bi casê sewax bûye. Dêr heta îro hatiye û niha weke  koxê tê bikaranîn. Di dêrê de bi giştî xerabûn heye.

  • Ev naverok 4780 caran hat xwendin