PARQA JIYANA  BI TENDIRISTî” DÊ LAYIQÊ NAVÊ XWE BE

Şaredarîya  Batmanê di xebatên avakirina Parqa Jiyana  Bi Tendiristî de hate asta dawî. Li qada weke  qada rekreasyonê hatiye diyarkirin ku li kêleka avahîya dadgehê Parqa jiyana  Bi Tendiristî ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve xebatên wê hatibûn destpêkirin li ber xilasekê ye.

Di parqa ku li ser qadeke  16 hezar û 439 metrekare tê avakirin de pîsta xijxijkê, rêyên duçerxe û meşê, cihên runiştinê, birkên xemlê û gelek cureyên daran cih digirin. Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredar Hulusî Şahîn, bi desteya ji Serdozgerê Komarê yê Batmanê Ômer Mete, alîkarê şaredar Muzaffer Ôzkan gerînendeyên yekeyan û xebatkaran pêk tê li Parqa Jiyana Bi tendiristî derkete lêkolînan. Walî Şahîn dazanîn ku parq li gorî navê xwe tê bi rêkûpêkkirin destnîşankir u ji îro şûn ve her parqa ku were çêkirin dê teybetmendîyên wê li gorî wê bin.

  • Ev naverok 3583 caran hat xwendin