Di çarçoveya  Projeya “ Modela Qontrola Çalak” ya Wezareta Karên Hindir de bi armanca hêzên xwecihî tevlî pêvajoyê bibin qontrol pêk hatin.

Bi pêşengîya Walîyê Batmanê û Wekîlê Şaredarîya Batmanê Hulusî Şahîn, di nav de jurên pîşeyan, şaredarî, qontrolvanên xwarinê û kesên sertîfîka wan ya ewlekarîya kar hene bi giştî 2 hezar kes li kuçeyên Batmanê derketin qontrolan.

Hate bibîrxistin ku têkoşîna  li hemberî qoronavîrûs derbasî asteke nû bûye û ji bo Batman di beşa şîn de bimîne bi zêdayî qontrol dê bidomin. Bi hestiyarîya welatîyan û esnafan ev rewşa erênî li Batmanê dê bidome.

Desteyên Zabita Xebatên Xwe Didomînin

Desteyên Zabita li Batmanê k udi koma şîn de ye li esnaf û welatîyan digere û wan hişyar dike da ku tedbîran ji dest neberdin.

Di civîna bi desteyên Zabita re pêkhatî de hate diyarkirin ku li gorî giştînameya  Wezareta Karên Hindir welatî û esnaf di mijara  maske, mesafe û paqijîyê de hestiyar bin. Desteyên Zabita bibîrxistin ku ji bo rewşa erênî bidome qontrol jî bi biryarî dê dewam bikin.

  • Ev naverok 3490 caran hat xwendin