Şaredarîya Batmanê, bajêr diguherîne baxçeyekî kûlîlkan.
Gerînendetîya Park û Baxçeyan kûlîlkên li gorî demsalê anîne li rê, refûj û xaçerêyan datîne.
Danîna kûlîlkan du hefteyan dê bidome û di nava cureyên kûlîlkan de bi giranî gulqadîfe, gazanya û
kûlîlka pirpirk hene.
Desteyên xebatkar yên Şaredarîya Batmanê ji ber hewa germ xebatên xwe di hênkayîya êvarê de
dimeşînin. Di van xebatan de 250 hezar kûlîlk dê werin çanmdin.
Di xebatên danîna kûlîlkan de desteyeke ji 20 xebatkaran pêk te dixebitin.