Li ser telîmata  Walîyê me  Hulusî Şahîn, xebateke  nû di warê çand û civakî de destpêdike.

Mala  Dengbêjan ya di hindirê Parqa Salîh Ôzdemîr ku li Taxa Cudî ya bajarê me  bi bernameya  “Qonaxa Dengbêjan” bi tevlîbûna  hunermendên hêja  di weşana  zindî de bi temaşevanên Batmanî re tê cem hev.

Qonaxa Dengbêjan bi moderatôrîya Tayfun Ôztoprak û Vedat Akarsu 31 Rêbendan 2021 roja  yekşemê saet di  20.00an de dê derkeve pêşberî temaşevanan. Bernameya Qonaxa Dengbêjan li ser malperên Medya  Civakî yên Şaredarîya me  û li ser qenala  YouTube (#BatmanBelediyesi) dê zindî were weşandin.

Di bernameya  ku amadekarîyên wê berîya  3 hefteyan hatibûn destpêkirin de dengbêj bi stranên xwe yên heremî bi zimanên Tirkî- Kurdî dê bixwînin. Dengbêj Salihê Qûbînî û Bayram Akdemî dê bibin mêhvanê  beşa yekemîn ya Bernameya  Qonaxa Dengbêjan. 

  • Ev naverok 1670 caran hat xwendin